Dîk xwediyê xwe kuşt
Li başûrê Hindistanê ligel qedexeyan dîka berî hev didin û di dema şerekî wisa de dîkê reviya bû sedema mirina xwediyê xwe.
Rayedarê polêsan B. Jeevan diyar kir ku li gundê Lothunur a ser Telanganaya eyaleta Hindistanê dîkan berî hev dan û dîkê ku bi piyê wî va jilêt hatibû girêdan ji dika şer reviya û xwediyê xwe birîndar kir.
Jeevan destnîşan kir ku dîk bi jilêta pê ve girêdabû ranê Thangulla Satis yê xwediyê xwe yê 45 salî jê kir û xwediyê dîk dema ber bi nexweşxaneyê va dibirin ji ber xwîna wî zêde çû canê xwe ji dest da.
Piştî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin û hejmarek kes jî hatin desteserkirin.
Li seranserê Hindistanê hevberdana dîkan qedexe ye, lê ligel hemû qedexeyan li eyaletên başûr ên Hindistanê yên wek Telangana, Andhra Pradeş, Tamîl Nadu û Karnatakê hê jî şerê dîkan tên kirin