Sibat 24, 2021 13:35 Asia/Tehran
  •  Li Ekvadorê di serhildana li girtîgehan da hejmara miriyan derket 67an

Li welatê Ekvadorê yê li Amerîkaya Başûr di midaxeleya polêsan a dijî serhildana girtîgehan da hejmara girtiyên ku mirin derket 67an.

Li gorî nûçeya beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li welatê Ekvadorê yê li Amerîkaya Başûr di midaxeleya polêsan a dijî serhildana girtîgehan da hejmara girtiyên ku mirin derket 67an.

Peywirdarên ku ji çapemeniya Ekvadorê ra axivîn, diyar kirin ku sedema serhildana li girtîgehan, milmilaneya seroktiyê ya di navbera çeteyan da ye û her wiha serhildanê li 3 bajarên cuda di heman rojê da dest pê kir.

Peywirdaran eşkere kir, hejmara girtiyên ku di isyanên li girtîgehên Guayaquil, Cuenca û Latacungayê da mirin, derket 67an.

Di dîmenên li ser medyaya civakî belav bûn da hat îdiakirin ku serê hin girtiyan hatiye jêkirin.

 

Serepeyv