Sibat 19, 2021 16:09 Asia/Tehran
  • Berdevkê Pentagonê derbarê êrişa mûşekî ser Hewlêrê û hevkariya bi HSDê re daxuyanî da

Wezareta Berevaniya Amerîkayê dibêje, lêkolînên li ser êrîşa Hewlêrê destpê kirine û amaje bi wê yekê dike ku ji mafê hêzên serbazî yê wî welatî ye berevaniyê li xwe bike. Wezareta Berevaniya Amerîkayê herwiha diyar kir ku hevkariya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam e.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê John Kirby di civîna rojnamevanî ya heftane de ragihand ku lêkolîn derbarê êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê de destpê kir û Amerîka jî amade ye rola alîkar di lêkolînê de bilîze eger jê were xwestin.

Kerbey herwiha got ku ya baştir ew e çaverê bikin bizanin encamên lêkolînan dê çawa be û niha proseya wergirtina zanyariyan derbarê wê yekê destpê kiriye.

Berdevkê Pentagon tekez kir ku ji mafê hêz û fermandarên Amerîka ye ku berevaniyê li xwe bikin û got: Eger artêşa welatê wî bersiva wê êrîşê bide, ew bi xwe wê dem û cihê wê destnîşan bikin, lê dê şêwirê bi hevbeşên xwe yê Iraqê bikin.

Kirby herwiha anî ziman li Iraq û Sûriyê operasyonên Amerîkayê hêj dewam dikin û îdia kir ew li ser têkoşîna dijî DAIŞê hûr dibin û hevkariya wan ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam e û di dewamê de got: "Wek ku em demeke dirêj e dibêjin, têkbirina DAIŞê û rêya herî baş a têkoşîna dijî DAIŞê bi hêzên herêmî re hevkarî ye.  Armanca me ya sereke jî ev e.”

Serepeyv