Tetbîqata leşkerî ya Pakistanê bi beşdariya Çîn, Rûsiye û Amerîkayê dest pê bû
Sibat 14, 2021 09:29 Asia/Tehran
Tetbîqata leşkerî ya deryayî ya bi beşdariya Çîn, Rûsiye û Amerîkayê û bi çavdêriya 45 welatan di bin çavdêriya Pakistanê li Deryaya Oamnê û Oqyanpûsa Hindê dest pê bû.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Hatiye gotin ku peyama vê tetbîqata leşkerî ku bi navê Ewlehiyê ye, têkoşîna dijî dizên deryayî û parastina ewlehiya deryaya Omanê û Oqyanûsa Hindê ye.
Ev tetbîqata leşkerî nehemîn dewreya tetbîqatên bi vî rengî yên Pakistanê di Deryaya Omanê da ye ku bi beşdariya Rûsiye, Çîn û Amerîkayê di kêleka heft welatên ku her sal tê da beşdar in, dest pê bûye.
Ev tetbîqata leşkerî rojekê piştî ceribandina mûşekî ya Pakistanê dest pê dibe û tê gotin gelek peyamên wê yên ciyawaz hene.