150 endamên Talîban li Efganistanê hatin kuştin
Zêdetirî 150 endamên koma Talîban li seranserî welatî di pevçûnên digel hêzên ewlehiya Efganistanê de hatine kuştin.
Li gorî IRNA, Wezareta Parastina Efganistanê ragihand ku ev endamên Taliban di 24 saetên borî de hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn di pevçûn û êrîşên esmanî yên artêşa Efganistanê dijî çeperên Taliban li parêzgehên Nangarhar, Qendehar û Helmandê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Efganîstanê de hat gotin ku di êrîşan de hin çek û alavên leşkerî yên Talîban hatine rûxandin û dîtin.
Wezareta Parastinê ya Efganistanê di daxuyaniyê de qala hejmara hêzên hikûmetê yên kuştî nekir.
Şer û kuştinên li Efghanistanê piştî sekinandina danûstandinên aşitiyê yên bi pêşengiya Amerîkayê dijwartir bûn.
Di vê navberê de, karbidestên hukûmeta Efghanistanê û dezgehên ewlehiyê qala zêdebûna şer û pevçûnan bi hatina biharê dikin.