Di êrîşeke esmanî de 31 çekdarên Talîbanê hatin kuştin
Sibat 12, 2021 00:11 Asia/Tehran
Li navçeya Çarbulak a ser bi parêzgeha Belh a Efganîstanê, ji aliyê hêzên esmanî ya Afganîstanê ve operasyonekî esmanî pêkhat û 31 çekdarên Talîbanê di wê êrîşê de hatin kuştin.
Li gor fermandariya 209 a Baz a Afganîstanê ragehandiye, hêzên ewlehiya Afganîstanê, li hember kampên çekdarên rêxistina Talîbanê yên li herêma Ak Tepe ya navçeya Çarbulakê êrîşên esmanî pêkanîne û di wan êrîşan de 31 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û di nav kuştiyan de rayedarên Talîbanê jî hene.
Ji aliyê din ve heta naha Talîbanê ti daxuyaniyek vê derbarê de nedaye û êrîşên Talîbanê jî berdewam dikin.