Sibat 12, 2021 00:06 Asia/Tehran
  • Darizandina Trump li Senata Amerîkayê berdewam dike

Senata Amerîkayê, bi piraniya dengan biryar da ku dest bi lêpirsîna li gel Donald Trump, serokê berê yê Amerîkayê bike.

Roja 6ê Çileya 2021, alîgirên serokomarê berê yê Amerîka Donald Trump ji ber provaksiyonên wî li pêşiya avahiya Kongrêsa Amerîkayê kom bûn û piştre êriş birin ser avahiyê ku di encamê de rûbirûbûn û alozî di navbera polîsan û alîgirên Trump de derketin. Di encama wan aloziyan de jî çar xwepêşander û polîsekî jiyana xwe ji dest dan.

Civîna şeva bihorî ya Senatê taybet derbarê wê yekê de bû, ku gelo lêpirsîna bi Trump re destûrî ye yan na, çimku tîma parêzerên Trump û herwiha beşek ji komariyan wiha dibînin ku nabe Trump ku niha bûye welatiyekî asayî, bi yasaya serokatiya Amerîkayê lêpirsîn pê re bê kirin, herwiha nab edema ku ew êdî serokê Amerîkayê nîne, lêpirsîna dûrxistina ji desthilatê li gel wî bê kirin.

Tîma parêzerên Trump di wê baweriyê de ne, ku tevahiya proseya lêpirsîna bi Trump re siyasî ye û handerên siyasî li pişt hene.

Di proseya dengdanê de, 50 endamên Demokrat û 6 endamên Komariyan piştgirî dan proseya lêpirsînê û dengê Erê bi kar anîn.

Demokratan di civînê de bi nimayişkirina vîdyoyeke montajkirî ku derbarê roja êrişa ser avahiya Kongrêsê de bû, dest pê kirin ku têde gotara Trump û êrişa alîgirên wî hat nîşandan. Jimmy Raskin, senatorê Demokratan ê ser bi wilayeta Meryland ragihand, ev tawaneke mezin e û eger ew tawan hêjayê lêpirsînê nebe, êdî çi tiştek hêjayî wê ye ku ji niha şûnde lêpirsîn li ser bê kirin.

Proseya biryardan li ser encamdana lêpirsîna bi Trump re ji roja 13ê meha bihorî ve dest pê kir, dema ku Encûmena Nûnerên Amerîkayê civiya û bi piraniya dengê 232 endamên encûmenê ku 10 ji wan ji Komariyan bûn, biryar hat dan ku têkildarî bûyera êrişa li ser Kongrêsê lêpirsîn bi Trump re bê kirin.

Serepeyv