Antony Blinken: Bo cara yeke bi karbidestên Çînê re axivî
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li ser Twitter xwe dîyar kir ew bo cara yekê bi karbidestê payebilind yê Çînê Yang Jiechi li ser gelek mijaran axivîye.
Blinken ragihand ku wan nezîkatîya Pekînê ya di derbarê Uyguran, Tîbetî û Hong Kongê de gotûbêj kirin.
Herwiha Blinken got: "Min bi zelalî da zanîn ku Amerîka dê berjewendîyên me yên neteweyî biparêze, bo nirxên me yên demokratîk rabe ser pîyan, û ji Pekînê bi sedema binpêkirinên pîvanên sîstema navneteweyî hesaban bipirsin."
Qesra Sipî piştî axaftina her du karbidestan daxuyanîyeke weşand.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku Blinken ji Yang re gotîye ku Amerîka ewê tekoşîna ji bo mafên mirovan û nirxên demokratîk bidomîne ku Sîncan, Tîbet û Hong Kong jî di nav de.
Hevdem, daxuyanîyê destnîşaan kir ku Blinken zor daye Çînê ku beşdarî civaka navneteweyî bibe da ku derbeya leşkerî ya li Burma ( Myanmar ) şermezar bike.
Blinkent got: "Amerîka ewê Pekînê jiber hewildanên wê yên ku aramîya li herema Hîndu-Pasîfîkê, tevî tengava Taywanê tehdît dike û pîvanên sîstema navneteweyî binpe dike, hesaban bipirse."
Ji alîyê din serok Joe Biden roja Pêncşemê di axaftina xwe ya ser sîyeseta derve şaxek zeytûnek piçûk ya aştîyê pêşkêş kiribû û gotibû ku Amerîka dê tekoşîna xwe ya bi Çînê re bidomîne. Lê, di heman demê de ew amade ne ku ji bo parastina berjewendîya Amerîka bi Pekînê re bixebitin jî.
Blinken guherîna keşûhewayê mîna qada hevpar ya hevkarîya herdu welatan bi nav kiribû ji ber ku Çîn û Amerîka du mezintirîn çêkerên gazên serayê ne.