Nameya 41 dîplomatên berê bo Joe Biden: Bilez vegerin Peymana Navokî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323872-nameya_41_dîplomatên_berê_bo_joe_biden_bilez_vegerin_peymana_navokî
Hejmareke dîplomat û çekdarên berê yên Amerîkayê di nameyekê bo Joe Biden Serokomarê vî welatî jê xwestin ku hemî hewildana xwe jibo tevlîbûna bilez bo Peymana Navokî ya digel Îranê pêk bîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 06, 2021 14:59 Asia/Tehran
  • Nameya 41 dîplomatên berê bo Joe Biden: Bilez vegerin Peymana Navokî

Hejmareke dîplomat û çekdarên berê yên Amerîkayê di nameyekê bo Joe Biden Serokomarê vî welatî jê xwestin ku hemî hewildana xwe jibo tevlîbûna bilez bo Peymana Navokî ya digel Îranê pêk bîne.

Li gorî rapora Sputnikê, Di vê nameya servekirî da hatiye îdiakirin ku şêwaza zexta herî pirr a Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê dijî Îranê jibo ewlehiya Amerîkayê karesat bûye.

Tevî ku Joe Biden di rikeberiyên Hilbijartinê da meyla xwe jibo vegeriyana bo Peymana Navokî nîşan dabû, wî heta niha rêbazek jibo vegeriyana bo Peymana Navokî ranegihandiye.

Vegerandina Amerîkayê bo peymanên navneteweyî ji wan Peymana Navokî û Peymana Keşûhewa ya Parîsê ji sozên Joe Biden di rikeberiyên hilbijartinê da bû.