Sibat 04, 2021 19:03 Asia/Tehran
  • Nerazîtiyên dijî darbeya Artêşa Miynmarê didomin

Welatiyên Miyanmarê li dijî darbeya artêşê di uyemîn baajarê mezin ê vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

Li gorî rapora Reutersê, Komeke neraziyan roja Pêncşemiyê li Mandaliyê, duyemîn bajarê  girîng ên Miyanmarê di yekem nerazîtiya xwe da hin dirûşme dijî darbeya artêşê bilind kirin û daxwaza azadkirina rayedarên vî welatî kirin.

Artêşa Miyanmarê televîziyona neteweyî û Facebooka vî welatî ku amûrê herî girîng ê têkiliya Partiya Yekîtiya Neteweyî ya demokrasiyê ye, jibo pêşdabirin û dewama siyaseta xwe ya darbeyê asteng kiriye.

Artêşa Miyanmarê 1ê Sibatê wek nerazîtiya li hemberî tiştê ku sextekariya di hilbijartina parlimanî da zanîn, dijî Partiya serdest a Yekîtiya Neteweyî ya demokrasiyê bi serokatiya Ang San Sûçî darbe kir.

Hin yekîneyên artêşa Miyanmarê Ang San Sûçî Seroka Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrasiyê û çend rêberên din ên vê partiyê ji wan Vîn Mînt serokomarê vî welatî xistine hebsa navmalî.

 

 

Serepeyv