Komîteya Leşkerî ya Lîbyayê: Divê çete û hêzên biyanî yekser ji Lîbyayê bên derxistin
Komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê (5+5) dirêjkirina dema ji bo vekişîna çeteyan û hêzên biyanî ji xaka Lîbyayê, derewand û bang li rêveberiyên siyasî û welatên piştgiriyê didin kongreya Berlînê kir ku çete û hêzên biyanî "yekser" ji xaka Lîbyayê derxin.
Endamê komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê yê ji hikumeta Wîfaqê Muxtar Neqasa ji rojnamevanan re daxuyand ku agahiyên li ser dirêjkirina dema ji bo derketina hêzên biyanî û çeteyan ku hatibû gotin komîteyê 90 rojên din danê, ji rastiyê dûr in û tekez kir ku di daxuyaniya dawîn ya komîteya leşkerî de hatiye gotin ku divê “yekeser bên derxistin.”
Roja şemiyê, komîteya leşkerî ya hevbeş a Lîbyayê (5+5) bi daxyaniyekê bang li welatên beşdarî kongreya Berlînê bûne, kir ku sozên xwe yên girêdayî aloziya Lîbyayê pêk bînin û çekdarên biyanî bişînin welatên wan.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de bang li welatên têkildar kir ku hemû çeteyan û çekdarên biyanî "yekser"ji Lîbyayê derxin û qedexeya wergirtina çekan ku Meclisa Ewlehiyê ferz kiribû, pêk bînin.
Hêjayî gotinê ye ku hîna erka derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê, li pêş serkeftina peymana Cinêvê ya girêdayî agirbestê û bihevguhertina dîlgirtiyan, astengiyeke mezin çêdike.