Çile 24, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Aliyên Lîbyayê li ser dabeşkirina postên hikûmeta demkî li hev dikin

Nûnerên kom û grûpên tevlî şer û pevçûnên Lîbyayê li ser dabeşkirina postên rêveberiyê û wezaretan di nav partî û tevgerên siyasî yên vî welatî de li hev kirin.

Li gorî Fars Newsê, Di encamnameya civînên aliyên lîbyayî de yên ku roj Şemiyê li bajarê Bûznîqe ya Mexribê hatin lidarxistin, hate ragihaindin ku aliyên lîbyayî li ser avakirina tîmên biçûk ên kar li hev kirine, wezîfeya van tîman eva ye ku li ser erkên serweriyê bixebite.

Li gorî encamnameyê; lihevkirin li ser piştgirdayîna xebatên diyalogên siyasî yên bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî yên bi armanca avakirina desthilata rêveber ji bo pêvajoya demkî pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Mexribê ku beşdarî van civînan bû diyar kir ku welatî wî banga rawestandina destwerdanên derve li Lîbyayê dike û dê her tim ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê bixebite.

Wezîrê Karên Derve yê Mexribê anî ziman ku der barê madeya 15`an de gelek civîn li dar ketin û di encamê de ji bo erkên serweriyê gavên dawîn avêtine.

Li gorî raporên medyaya nûçeyan, beşdarên civîna "Bûznîqe" di destpêkê de li ser dabeşkirina heft postên hukûmetê li hev kirin.

Di civînê de, ku 26 endamên parlamenta Tobruq (Rojhilat) û Encûmena Bilind a hikûmetê (rojavayê Lîbya) beşdar bûn, biryar hate girtin ku komîteyek were damezrandin ku mercên namzetên ji bo postên rêveberiyê diyar bike. Dê komîte berpirsiyar be ji wergirtina biyografî û tomarên kar ên namzetan ji bo postên hukûmeta Lîbyayê.

Li gorî raporê, rêkeftina destpêkê dabeşkirina meqaman li ser bingeha sê herêmên Lîbyayê û mekanîzmaya xwe namzetkirinê ya ji bo girtina van meqaman digire nav xwe.

Sê herêmên Lîbyayê de Berqe li rojhilat, Trablus li rojava, û Fezan li başûr e.

Biryarên civîna îro ya "Bûzinqa" dê ji hêla nûnerên meclîsên Lîbyayê li Tobruq û Trablusê werin pejirandin, wê hukûmetên Tobruq û Trablusê wê bipejirînin da ku bingehên hewce ji bo cîbicîkirina van biryaran peyda bike.

Serepeyv