Çile 17, 2021 16:29 Asia/Tehran
  •  Kesên nenas li Kabulê 2 dadgerên jin kuştin

Li paytexta Efganistan Kabulê, vê sibehê kesên nenas du dadgerên jin ku li Dadgeha Bilind kar dikirin, kuştin. Li Kabulê êrişên bi vê rengî bi awayekî domdar tên kirin.

Berdevkê Dadgeha Bilind Ehmed Fehîm Qewîm got: "Mixabin di encama êrişeke çekdarî de du dadgerên jin jiyana xwe ji dest da. Ajokarên wan jî birîndar bûn."

Qewîm diyar kir ku her du dadgerên jin serê sibehê dema ku diçûn ser karê xwe, bûn hedefa êrişa çekdarî.

Berdevkê Midûriyeta Eminiyetê ya Kabulê Ferdaws Farmarz jî ragihand ku êriş li gorî dema herêmê saet di 08:30'î de li navenda bajêr pêk hatiye.

Li gorî çavkaniyên dadgehê, li Dadgeha Bilind zêdeyî 200 dadgerên jin hene.

Li Efganistanê hefteyên dawî xebatkarên medyayê, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de gelek kes bûn hedefa êrişan.

Rayedarên Efgan, tevgera Talîbanê weke berpirsyarê van êrişan dibîne. Lê belê heta niha çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya hin êrişan dane ser milê xwe.

Artêşa Amerîkayê yekemcar hefteya derbasbûyî Talîban weke berpirsyarê êrişan nîşan da.

Serepeyv