Pentagon hêzên xwe li Iraq û Efganistanê kêm kir
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di çarçoveya temamkirina vekişîna bilez ya ku berê hatiye ragihandin de, hejmara hêzên xwe yên li Efganistan û Iraqê heta 2 hezar û 500 leşkerî kêm kir.
Berpirsên kar û xebatên wezîrê parastinê yê Amerîkayê Christopher Miller got, hêzên Amerîkayê yên li Efganistanê niha bûye 2 hezar û 500 leşker.
Miller di Mijdara derbasbûyî de plana Pentagonê ya ji bo vekişandina bi hezaran ji hêzên Amerîkayê ji Efganistan û Iraqê bi hatina 15`ê Çile re ragihandibû.
Her wiha Miller di daxuyaniyeke cuda de piştrast kir ku hejmara hêzên Amerîkayê yên li Iraqê heta 2 hezar û 500 leşker hatiye kêmkirin.
Dema ku Miller di Mijdara derbasbûyî de plana vekişandinê ragihand derdora 4 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê li Efganistanê û 3 hezar leşker jî li Iraqê hebûn.