Amerîkayê Wezareta karên hundir û wezîrê karên hundir ê Kûbayê boykot kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323242-amerîkayê_wezareta_karên_hundir_û_wezîrê_karên_hundir_ê_kûbayê_boykot_kirin
Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê di dewama kiryarên dijminane yên Waşîngtonê dijî Havanayê, Wezareta karên hundir û wezîrê karên hundir ê Kûbayê boykot kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2021 05:29 Asia/Tehran
  • Amerîkayê Wezareta karên hundir û wezîrê karên hundir ê Kûbayê boykot kirin

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê di dewama kiryarên dijminane yên Waşîngtonê dijî Havanayê, Wezareta karên hundir û wezîrê karên hundir ê Kûbayê boykot kirin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê roja Îniyê ragihand kui Wezareta karên hundir û Albêrto Alvarêz Kasas (Alberto Alvarez Casas) wezîrê karên hundir ê Kûbayê li lîsteya boykotên xwe zêde kirine

Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê Wezîrê karên hundir ê Kûbayê bi îdiaya beşdariya wî di binpêkirina Mafên Mirovan da boykot kir.

Boykotên nû yên Amerîkayê dijî Kûbayê tenê çend rojan piştî kiryara Waşîngtonê ya danîna navê Kûbayê di lîsteya qaşo "Welatên Piştgirê Terorîsmê" pêk hat.