Parlemana Yewnanistanê kirîna balafirên fransî erê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323207-parlemana_yewnanistanê_kirîna_balafirên_fransî_erê_kir
Parlamenterên Yewnanistanê pêşnûmeya kirîna 18 balafirên fransî de erê kir, ev jî beşek ji plana çekdariyê ya ku hikumetê di Îlona derbasbûyî de ragihandibû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 15, 2021 05:48 Asia/Tehran
  • Parlemana Yewnanistanê kirîna balafirên fransî  erê kir

Parlamenterên Yewnanistanê pêşnûmeya kirîna 18 balafirên fransî de erê kir, ev jî beşek ji plana çekdariyê ya ku hikumetê di Îlona derbasbûyî de ragihandibû.

Yewnanistanê 11,5 milyar euro anku 14  milyar dolar, ji bo nûjenkirina hêzên xwe yên çekdar di pêvajoya 5 salên bê de diyar kir, di heman demê de rageşiya bi dewleta Tirkiyê ya cîran re zêdettir dibe.

Têkiliyên her du dewletên endamên NATO`yê xerab bûne û gelek caran di navbera wan de alozî jî derdiket. Mînaka wê jî par, dema keştiyên şer ên her du welatan li rojhilatê deryaya Spî, têkildarî sînorê deryayî û mafên enerjiyê rastî hev hatine.