Çile 11, 2021 10:20 Asia/Tehran
  • 	 Hejmara senatorên ku dixwazin Trump îstifa bike, zêde dibe

Ji bo bidawîbûna dema wezîfeyê ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump tenê 10 roj mane, lê belê ji niha ve gelek senator û nunerên meclisa Amerîkayê daxwaza îstifaya wî kirin.

Tevî ku tenê 10 roj mane ji bo bidawîbûna dema wezîfeya Doland Trûmp, gelek hilbijartî û siyasetmedar dibêjin ku divê ew îstifa bike. Daxwaza îstifayê ji eniya Komarparêzan jî pir tê bihîstin.

Ji senatorên Komarparêz Ben Sasse, Lîsa Mûrkowskî û Pat Toomey ji CNN'ê re axivîn û diyar kirin ku îstifakirina Trump rêya herî rast e.

Toomey diyar kir ku ji dema ku di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de têk çûye û vir ve Trump "dîn" bûye û ev yek nedihate texmînkirin.

Trump ê ku li Qesra Spî ye, ti daxuyanî neda. Trump ku navbera wî û Alîkarê wî  Mîke Pence xera bûye, her wiha têkiliya wî ya bi gelek wezîran jî sar bûye.

Serepeyv