Çile 11, 2021 08:30 Asia/Tehran
  •  Putîn, Aliyev û Paşînyan wê li Moskovayê ser mijara Qerebaxa Çiyayî hevdîtinê bikin

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan wê îro Duşemiyê li Moskovayê ser mijara Qerebaxa Çiyayî hevdîtinê bikin.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li gor daxuyaniya ku ji Serwîsa Çapemeniyê ya Kremlînê hat dayîn, hevdîtina sêalî ya 11ê rêbendanê (Çileyê) ya Putîn, Aliyev û Paşînyan bi teşebisa Putîn wê çêbibe.

Hat gotin ku ji bo sepandina danezana hevpar a ku her sê pêşengan par di 10ê mijdarê da ji bo Qerebaxa Çiyayî parve kiribûn biaxivin û wê li ser gavên çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li herêmê bisekinin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, wê di hevdîtinê da li ser alîkariya ku wê bidin gelên di şer da zirar dîtine, li ser xurtkirina têkiliyên bazirganî, aborî û gîhandinê jî bisekinin.

Her wiha hat gotin ku Putîn wê cuda cuda bi Aliyev û Paşînyan ra hevdîtinan jî bike.

Serepeyv