Çile 11, 2021 08:18 Asia/Tehran
  • Pûtîn û Mekron bi rêya telefonê li ser mijara Qerebaxê axivîn

Vladîmîr Pûtîn Serokomarê Rûsiyê û Êmanûêl Mekron hevpîşeyê wî yê fransî di gotûbêjeke telefonî da derbarê rewşa herî dawî ya Qerebaxê şêwirîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Ofîsa çapemeniyê ya Koşka Krêmlînê roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Bi armanca hevahengiya serokên Koma Mînskê ya Saziya Ewlehî û Hevkariya Ewropayê, Vladîmîr Pûtîn bi rêya telefonê bi Srokomarê Fransyê ra axivî û têda hin mijarên têkildarî civîna 11ê Çileyê ya Serokên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê li Moskoyê hat vekolandin.

Ofîsa çapemeniyê ya Koşka Krêmlînê ragihand ku îro Duşemiyê dê civîneke sêalî bi beşdariya Serokên Rûsiye, Ermenistan û Komara Azerbaycanê û bi dahêneriya Pûtîn li Moskoyê were lidarxistin.

 

Serepeyv