Çile 09, 2021 13:31 Asia/Tehran
  • Polîsekî din ku di mudaxeleye li alîgirên Trump de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

Polîsên Amerîkayê duh êvarê ragihand ku di şerên bi xwepêşandêrên alîgirên Trump de ku bi ser avahiya Senatoyê de girtibû, efserekî din jî hatiye kuştin.

Polîsan ragihand ku efserê bi navê Brian Siknick hatiye kuştin û bi vê yekê heta niha di êrişa li ser avahiya Capitolê ya li paytexta Amerîkayê de 5 kes hatine kuştin.

Polîsan bi daxuyaniyekê diyar kir ku Brian Siknick di pevçûna bi xwepêşandêran de birîndar bûbû û êvara pêncşemê jiyana xwe ji dest da.

Roja çarşemê, xwepêşandêrên alîgirên Trump bi ser avahiya Capitolê de girtibû û hin cih xerab kiribûn.

Serepeyv