Biden McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur destnîşan kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i323013-biden_mcgurk_wekî_nûnerê_rojhilata_navîn_û_afrîkaya_bakur_destnîşan_kir
Hate ragihandin ku serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, nûnerê berê yê Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur erkedar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2021 09:40 Asia/Tehran
  • Biden McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur destnîşan kir

Hate ragihandin ku serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden, nûnerê berê yê Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ'ê Brett McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur erkedar kir.

Rojnameya "New York Times" û "CNN" ragihandin ku McGurk wekî rêveberekî payebilind ê Konseya Ewlehiya Neteweyî bo Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakur hat hilbijartin.

McGurk sala 2018'an li dijî biryara Trmup a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ji erka nûnerê Amerîkayê yê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de îstîfa kiribû û ji rexnegirên êrişên dewleta Tirkiyê  ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina van deveran e.