Çile 07, 2021 10:20 Asia/Tehran
  • Demokratên Amerîkayê kursiyên herî hestyar ên li Senatoyê bi dest xistin

Joe Biden û rêveberiya wî ku di hilbijartinên serokomariyê yên Amerîkayê de bi ser ket, ji bo karibe li Senatoyê jî serdest be, di hilbijartinên Georgîayê de jî bi ser ket.

Di hilbijartinên 3'ê Mijdarê de, Partiya Demokrat a ku Joe Bîden namzetê wê bû, li Meclîsa Nûneran a ji 435 endamî, li gel ku kêm kir bi 222 kursiyan bi ser ket.

Ji bo Senatoyê jî ku aliyê din a Kongreya Amerîkayê ye, beşek ji hilbijartinê hatibû kirin û di encamê de Demokratan 48 kursî, Komariyan jî 50 kursî wergirtibûn.

Lê belê di hilbijartinên Senatoyê de ji bo du kursiyên eyaleta Georgîayê, hilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Di hilbijartinên 5'ê Çileyê de misoger bû ku namzetên Demokrat bi ser ketine.

Li vê eyaletê ku bi kevneşopî di destê Komariyan de bû, namzetên Demokrat her du kursî bi dest xistin. Ji namzetên Demokratan Rapahel Warnock ji sedî 50.8 ê dengan wergirt û bû yekemîn senatorê reş ê eyaletê.

Namzetê din Jon Ossoff jî bi rêjeya ji sedî 50.4 bi ser ket.

Li gorî vê encamê 100 kursiyên li Senatoyê wê nîvî bi nîvî di navbera Demokratan û Komariyan de bên parvekirin. Di vê rewşê de jî wê dengê Alîkara Serokomar Kamala Harrîs diyarker be. Ev yek jî wê destê Joe Bîden xurt bike ku karibe biryarên xwe hîn bi hêsanî bixe meriyetê.

Serepeyv