Berteka mudaxilekerane ya Amerîkayê derheqê desteserkirina keştiya Koreya Başûr li avên Kendava Farsê
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) wek helwêsteke mudaxilekerane derheqê desteserkirina keştiya Koreya Başûr di avên Kendava Farsê da bertek nîşan da.
Rêbêka Ribarîş, Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) bi helwêsteke mudaxilekerane derbarê desteserkiribna keştiya Koreya Başûr li avên Kendava Farsê ji Reutersê ra got: Haya Pentagonê ji vê mijarê heye û ev yek xistiye bin çavdêriyê.
Ismaîl Mekîzade, Alîkarê Rêveberiya giştî ya Bendervanî û Deryageriyê ya parêzgeha Hormuzganê (Başûrê Îranê), çêkirina gemariya deryayî û guhnedana li hişyariyan wek hegera desteserkirina keştiya Koreya Başûr da zanîn.
Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro keştiyeke Koreya Başûr li Kendava Farsê desteser kir.
Ismaîêl Mekîzade got: Sibeha îro Duşemiyê keştiyeke tankêr a taybetî veguhestina madeyên kîmyayî û neftî bi navê Hankûk Çiyamî (HANKUK CHEMI) bi alaya Koreya Başûr ji bendergeha El-Cebîla Erebistanê ber bi Fecîreya Erebistanê va diçû.
Wî got: Yekîneya gerrê ya Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku pê hesiya vê keştiyê di 11 mayliya Girava Tonba Mezin destûrkarên Jîngehî binpê kirine, ev keştî hişyar kir, lê ketşiya navbirî bêyî guhdayîna li hişyariyan, riya xwe domand.
Li gorî gotina Mekîzade, Keştiya Koreya Başûr li ser destûra rayedarên dadweriyê hat desteserkirin û jibo derbaskirina qonaxên qanûnî û vekolandinên pêwîst, ber bi lengergeha Bender Ebasê va hat rêvebirin û encamên vekolandinan dê li gorî rêzik û biryarên deryayî û dadweriyê bên ragihandin.