Komîteyeke şêwirmendiyê ya diyaloga siyasî ya Lîbyayê hate avakirin
Şandeya NY`yê ya Lîbyayê ragihand ku bi armanca derbaskirina nakokiyên heyî û lihevkirina li ser mekanîzma hilbijartina rêvberiya bê, komîteyeke şêwirmendiyê ya diyaloga siyasî ya aliyên Lîbyayê hatiye avakirin.
Nûnera taybet a sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Lîbyayê Stephanie Williams diyar kir ku komîte ji 18 endamên ji hemû herêm û tevgerên siyasî pêk tê û dê erka wê nîqaşkirina dozên girêdayî hilbijartina meclisa rêveber a yekbûyî bibe û birêxistinkirina civîna giştî a diyaloga siyasî be. Her wiha Williams tekez kir ku dema wîlayeta vê komîteyê diyarkirî be.
Piştî 2 meh û nîvan ji destpêkirina xebatên diyaloga siyasî li Tunisê, hîn beşdarên diyalogê negihaştina lihevkirinekê û tenê li ser pêkanîna hilbijartinan di dawiya îsal de li hev kir. Ji ber nakokiyên li ser mekanîzma hilbijartin û belavkirina peywirên rêveberiyê, hîn avakirina meclisa rêveber rastî gelek astengiyan tê.