Parlemana Brîtanyayê rêkeftina Brexitê pesend kir
Parlemanta Brîtanyayê bi piraniya dengan rêkeftina Brexitê pesend kir. Ev jî piştî wê hat ku serokên Yekîtiya Ewropa bi fermî rêkeftinnameya bazirganî ya bo qonaxa piştî Brexitê li gel wî welatî îmze kiribû.
Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê û Charles Michel, Serokê Encûmena Ewropa, îro li Brukselê rêkeftinama bazirganî îmze kirin.
Her îro li Parlemana Brîtanyayê dengdan li ser rêkeftina Brexitê birêve çû û di encama dengdanê de ew rêkeftin bi 521 dengên `Erê` li beramber 73 dengên `Nexêr` hat pesendkirin.
Rêkeftina Brexitê, qanûn û rêyên bazirganiya li gel 27 welatên Yekîtiya Ewropayê li xwe digire.
Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand, rêkeftina bazirganiyê ya li gel YE rê dide Brîtanyayê ku beşa xwe werbigire û eva red kir ku ew rêkeftin bibe rêgir û asteng ji bo bazirganiyê.
Serokwezîrê Brîtanyayê îtîraf bi wê jî kir ku guhertin bi ser şêwazê bazirganî de tê, di demekê de roja 31ê vê mehê qanûnên bazirganî yên Yekîtiya Ewropayê û Brîtanya li xwe nagirin.
Johnson hevdem tekezî li wê dike ku ew rêkeftin rê dide Brîtanyayê ku “rêya xwe bibîne û bazirganiya xwe ya azad li gel Yekîtiya Ewropa hebe.”