Li dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 80 milyon û 727 hezarî derbas bû
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di wan da hat tesbîtkirin, ji 80 milyon û 727 hezarî derbas bû.
Li gorî nûçeya beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 764 hezar û 794 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 80 milyon û 727 hezar û 865an, 56 milyon û 919 hezar û 398 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 19 milyon û 433 hezar û 847yan û ji ber şewbê heta niha 339 hezar û 921 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku ji milyonekî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (10 milyon û 188 hezar û 392), Brezîlya (7 milyon û 465 hezar û 806), Rûsya (3 milyon û 21 hezar û 964), Fransa (2 milyon û 550 hezar û 864), Îngiltere (2 milyon û 256 hezar û 5), Tirkiye (2 milyon û 133 hezar û 373), Îtalya (2 milyon û 38 hezar û 759), Îspanya (milyonek û 869 hezar û 610), Almanya (milyonek û 643 hezar û 169), Kolombiya (milyonek û 584 hezar û 903), Arjantîn (milyonek û 578 hezar û 267), Meksîka (milyonek û 377 hezar û 217), Polonya (milyonek û 253 hezar û 957), Îran (milyonek û 194 hezar û 963), Ukrayna (milyonek û 25 hezar û 989) û Peru (milyonek û 6 hezar û 318)."
Ji bilî Amerîkayê li welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
"Brezîlya (190 hezar û 815), Hindistan (147 hezar û 659), Meksîka (122 hezar û 26), Îtalya (71 hezar û 620), Îngiltere (70 hezar û 405), Fransa (62 hezar û 573), Îran (54 hezar û 574), Rûsya (54 hezar û 226), Îspanya (49 hezar û 824), Arjantîn (42 hezar û 501), Kolombiya (41 hezar û 943), Peru (37 hezar û 414), Almanya (30 hezar û 157), Polonya (27 hezar û 61), Afrîkaya Başûr (26 hezar û 521), Endonezya (20 hezar û 994), Tirkiye (19 hezar û 624), Belçîka (19 hezar û 158), Ukrayna (17 hezar û 774), Şîlî (16 hezar û 404), Romanya (15 hezar û 108), Kanada (14 hezar û 800), Ekvador (13 hezar û 990), Iraq (12 hezar û 767), Hollanda (10 hezar û 970) û Çekya (10 hezar û 950)."