Li Kabulê di encama teqînan de 5 kuştî û birîndar hene
Kanûn 26, 2020 14:41 Asia/Tehran
Îro 3 teqînên cuda gelek tax ji paytexta Afganistanê Kabulê armanc kirin, di encamê de 5 polîs û sivîl birîndar bûn û hatin kuştin.
Berdevkê polîsan Firdos Faramar ragihand ku sê teqîn ji ber "bombeyan" çêbûn, yek ji wan dema derbasbûna kamyona polîsan li taxeke navenda Kabulê de teqiya û di encamê de du polîsên Efganistanê hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.
Faramar destnîşan kir ku 2 endamên ewlehiyê di encamê êrişek bi vî rengî li taxek li rojavayê Kabulê jî birîndar bûn, her wiha teqîna sêyem jî li bajêr rû da û tu zirar çênebûn.