Bernameya Pûtîn jibo hebûna berfireh a Rûsiyê li "Bakurgehê"
Serokomarê Rûsiyê qala bernameya berfireh a dewleta vî welatî jibo sermiyandanîna li Bakurgehê (Cemsera Bakur a erdê) kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Vladîmîr Pûtîn, Serokomarê Rûsiyê îro Şemiyê di civîneke vebînarê da got: Di dehikên pêşerojê da Rûsiyê bi amadebûna li Bakurgehê (Arctic) û erdên bakurî yên kêleka wê hebûna xwe berfireh bike û bikaranîna çavkaniyên xwezayî yên vê navçeyê û behrewergirtina ji wan pirr girîng e.
Pûtîn li ser pêwîstiya berçavgirtina taybetmendiyên Bakurgehê û erdên bakurî yên Rûsiyê, her wiha çalakiyên aborî li van navçeyan pêgirî kir.
Rûsiye ji Gulana 2021ê serokatiya dewreyî ya Konseya Bakurgehê digire ustiyê xwe; Konseya ku welatên Danîmark, Îslend, kanada, Norwêj, Amerîka, Fenland, Swêd û Rûsiye endamên wê ne.
Enistîtûya Lêkolînên Erdnasiyê ya Amerîkayê (USGS), zimhêrên petrola bakurgehê derdora 90 miliyar bermîlî texmîn kiriye.
Çaverêtî heye bi germbûna hewayê Erdê, reqabeta navbera Rûsiyê û welatên cînarê Bakurgehê jibo hebûna her çi zêde li vê navçeyê û avên Oqyanûsa Qerisî ya Bakur û erdên li vê navçeyê gurrtir û girantir bibe.
Rûsiye bo vê mebestê, bi awayekî taybet keştiyên xwe yên atomî yên Cemedşikên ku dikarin herin Bakurgehê, xurttir dike.