Kanûn 05, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Misirê sibê diçe Fransayê

Serokkomarê Misirê dê serdana Fransayê bike û bi hempîşeyê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re hevdîtinekê pêk bîne.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "AFP`ê diyar kir ku dê ji sibe ve Fransa pêşwaziya Serokkomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî bike û got serdan dê 3 rojan dewam bike.

Di serdema hikumeta El-Sîsî de, têkiliya Misirê û Fransayê baş e, ji ber li Rojhilatê Deryaya Spî xwedî heman siyasetê ne, her du alî ji siyaseta Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û destwerdanên wî ji Lîbya û Sûriyê re bi fikar in.

Di demên derbasbûyî de asta nakokiyên di navbera Enqere û Parîsê de bilind bû û Erdogan got ku divê Fransa di zûtirîn demê de ji Macronê xelas be.

Berpirsekî ji AFP`ê re got armanca pêşîn a Fransayê "Bi mezintirîn dewletên erebî re di aliyê hejmara niştecihan de", hevalbendiya xwe xurt bike."

 

 

Serepeyv