Mijdar 28, 2020 20:31 Asia/Tehran
  • Waşîngtonê heta niha nêzî 10 baregehên xwe li Efxanistanê girtin

Ji dema îmzekirina peymanê bi Talîban re DYA`yê herî kêm 10 baregehên xwe li Efganistnê girtin. Hemwextî wê yekê berpirsên Efgan û Amerîkî ji xeteriya wê yekê li ser rewşa ewlehiyê li wê derê hişyarî dan û destnîşan kirin ku çarenûsa hêzên Amerîkayê yên mayî li gel nêzîkbûna dema vekişînê, ne zalel e.

Rojnama “Washington Post” a amerîkî diyar kir ku girtina baregehên Amerîkayê parçeyekî ji vekişîna bi temamî ya hêzên Amerîkayê ji Efganistanê ye. Berpirsekî efganî û berpirsekî amerîkî piştrast kirin ku heta niha Washingtonê nêzî 10 baregehên xwe girtine.

Heta niha nayê zanîn ka çiqas bargeh li wê derê mane ku gelek baregeh li parêzgehên Efganistanê yên herî tevlîhev in. Hebûna hêzên Amerîkayê li Efganistanê roleke sereke di rêgirtina li Tevgera Talîbanê de lîst.

Di hin hevpeyvînan de, gelek bepirsên amerîkî û efganî yên berê û niha gotin ku hîna plana kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê ji 5 hezarî heta 2 hezar û 500 ya heta 15`ê Çileya bê anku beriya çend rojan ji çûna Trump, ne zelal e.

Berpirsekî din ê amerîkî jî got ku tevî kêmkirina hejmara leşker û pêdiviyên leşkerî jî, lê Amerîka dê hêzekê bihêle ku karibe êrişên asîmanî li dijî Tevgera Talîbanê ji bo paratina hêzên Efganistanê pêk bîne.

Serepeyv