Mijdar 27, 2020 13:53 Asia/Tehran
  • Pûtîn û Paşîniyan bi rêya telefonê li ser Qerebaxê axivîn

Serokwezîrê Ermenistanê û serokomarê Rûsiyê derbarê danûstandina zîndaniyan û leşên kuştiyên şerê Qerebaxê axivîn.

Li gorî rapora ISNAyê, Nîkol Paşîniyan, Serokwezîrê Ermenistanê roja Îniyê li ser Twittera xwe nivîsî, di têkiliya telefonî ya berdewam digel Vladîmîr Pûtîn, me mijarên têkildarî alûgorên di kurîdora Laçînê, bicihbûna aştîvanan, her wiha vekirina riyan li navçeya Qerebaxê jî vekoland.

Gotûbêja Paşîniyan û Pûtîn di halekî da ye ku welatiyên ermenî li Yêrîvanê li dijî lihevkirina Qerebaxê derketine nav kolanan û daxwaza destjikarkişandina Paşîniyan dikin.

 

Serepeyv