Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê: Tirkiyê hewl dide hejemonyaya Osmanî vegerîne
Mijdar 27, 2020 09:16 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias diyar kir ku dewleta Tirkiyê hewl dide ku bi rêyên şaş hegemonyaya Osmaniyan vegerîne.
Nikos Dendias ji toreya El-Erebiye re da xuyakirin ku dewleta Tirkiyê faktoreke bêistiqrariyê li herêmê ye û hewl dide îradeya xwe li cîranên xwe ferz bike.
Dendias da zanîn ku tiştê ew rastî wan tê, dewleta Osmanî ya nû ye û bi bîr xist ku Enqere çeteyan dibe Sûriye, Lîbya û başûrê Qefqasyayê.
Nikos Dendias piştrast kir ku dewleta Tirkiyê hewl dide destwerdanê di karên hundirîn ên Misirê jî bike û destnîşan kir ku dewleta wî naxweze rêya leşkerî hilbijêre, lê belê ger were xwestin dê parastina welatê xwe bikin.