Mijdar 25, 2020 12:09 Asia/Tehran
  • Civîna Efganistan-2020 bi dawî bû

Civîna navneteweyî ya durojî ya Alîkariya bo Efganistanê-2020 bi soza alîkariya 12 miliyar dolarî bo Kabulê bi dawî bû.

Li gorî rapora Euro Newsê, Civîna navneteweyî ya durojî ya Alîkariya bo Efganistanê-2020 bi beşdariya Sekreterê giştî yê NY û hejmareke rayedarên payebilind ên welatên cîhanê ku bi awayê înternetî û ji Jinêvê (Genev) va dihat rêvebirin, duh Sêşemiyê bi dawî bû.

Yarmetîderên derveyî di vê civînê da soz dan ku di heyama çar salan da, 12 miliyar dolarî alîkariya ne-leşkerî bidine Efganistanê.

Gelek di yarmetîderan di eynî demê da dayîna vê alîkariyê girêdayî bi berçavgirtina Mafên Mirovan û pêşketina di gotûbêja berdewam bi Koma Talibanê ra kirine.

 

Serepeyv