WHO: Pêketiyên meha borî yên Koronayê ji yên şeş mehên destpêkê zêdetir in
Serokê Rêxistina Cîhanî ya saxlemîyê roja şemiyê 21.11.202an got ku pêketiyên nexweşiya Korona yên çar hefteyên borî ji yên şeş mehên destpêka belavbûna vîrusê zêdetir bûne.
Di konferanseke rojnamevanî de li bingeha WHO li Cinêvê, Tedros Adhanom Ghebreyesus got nexweşxane û navendên saxlemiyê li seranserî Ewrupa û Amerîka bi nexewşan hatine dagirtin.
Li gor zanyariyên zanîngeha Johns Hopkins ji dema destpêkirina vîrusê ve, zêdetirî 57 milyon kes li seranserî cîhanê hatine piştrastkirin û zêdetirî 1.3 milyon kes jî mirine.
Li Ewrupayê zêdetirî 15 milyon, li Hindistanê 9 milyon pêketî hatine tomarkirin. Li Mekzîkê 100 hezar kes zêdetir mirine, ku li gor Johns Hopkins welatê çarem e piştî Amerîka, Brazil û Hindistanê.
Li gor zanyariyên zanîngeha Johns Hopkins, Amerîka hîn di serê lîsta keysên koronayê de ye, bi 11.7 milyon pêketiyên koronayê,
Rêjeya mirîyên bi sedema koronayê niha li Amerîka rojane 1,300 kes in.
Kompanîya Amerîkî ya dermanan Pfizer û hevpara wê ya Almanî BioNTech, roja Înê diyar kir ku wan ji Rêveberiya Xwarin û Derman a Amerîkayê daxwaza bikaranîna awarte ya vaksîna COVID-19 kirine.
Kompanîyên hanê diyar dikin ku encamên têstan dîyar kirine ku ev vaksîna bi rêjeya 95% çalak e û ti xemên wê yên saxlemîyê nînin