Di teqînên Kabûlê de, 8 kes hatin kuştin
Mijdar 21, 2020 16:29 Asia/Tehran
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) ji zarê AFP`ê 8 kes di encama rêzeteqînên ku li paytexta Afganistanê Kabûlê de pêk hatin, hatin kuştin.
Li gorî AFP`ê, mûşek li nêzî herêmê Kesk a li kabûlê ketin û di encamê wê de 8 kes hatin kuştin.
Berdevkê Wezîrê Karê Hundirîn Tariq Eryan da zanîn ku terorîstan 23 mûşek avêtin bajarê Kabûlê û hemû li ser herêmên neştecihbûnê ketin.
Li gorî Tariq 8 kes hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.