Mijdar 16, 2020 09:11 Asia/Tehran
  • NY: Ji ber şerê li Etiyopyayê 20 hezar kesî berê xwe da Sûdanê

Komîseriya Karûbarên Penaberan a NY`yê ragihand ku herî kêm 20 hezar kes ji ber şerê li bakurê Etiyopyayê reviyane Sûdanê.

Komîseriyê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku heta 14`ê Mijdarê, zêdetirî 12 hezar û 500 kesî di herêma Hemdayêt re sînor derbas kiriye, her wiha nêzî 7 hezar û 500 kesî jî di herêma El-Laqtî re sînor derbas kiriye.

Piştî tawanbariyên hêzên federal ên herêma bakur, di 4`ê Mijdarê de Etiyopyayê li dijî herêma Tîgray ya bakurê welêt operasyoneke leşkerî dest pê kir. Di şer de bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran berê xwe da Sûdanê.

Li ser cengê Etiyopyayê Komîteya Mafên Mirovan a vî welatî ragihand ku di êrişeke çekdarî de li dijî otobusekê li rojavayî welêt, herî kêm 34 kes hatin kuştin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de ku duh ragihandibû, wiha da zanîn: “Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di êrişa ku şeva şemiyê li herêma Binîşenqol-Qimaz pêk hatiye, hejmara qurbaniyan 34 e. Îhtîmal heye ev hejmar zêde bibe.”

Komîteyê destnîşan kir ku êriş li dijî otobusekê li rojavayê welêt pêk hatiye. Li herêmê di vê dawiyê de êrişên xwîndar li dijî sivîlan pêk hatin.

Serepeyv