Moskoyê li ser xurtkirina şiyana atomî ya Rûsiyê pêgirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i321433-moskoyê_li_ser_xurtkirina_şiyana_atomî_ya_rûsiyê_pêgirî_kir
Alîkarê Serokwezîrê Rûsiyê di warê berevanî û Pîşeyên Fezayî da li ser xurtkirina şiyana atomî ya vî welatî pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 15, 2020 19:11 Asia/Tehran
  • Moskoyê li ser xurtkirina şiyana atomî ya Rûsiyê pêgirî kir

Alîkarê Serokwezîrê Rûsiyê di warê berevanî û Pîşeyên Fezayî da li ser xurtkirina şiyana atomî ya vî welatî pêgirî kir.

Li gorî rapora Sputnikê, Yûrî Borîsov, Alîkarê Serokwezîrê Rûsiyê di warê berevanî û Pîşeyên Fezayî da îro Yekşemiyê got: Meseleyea atomî têkildarî ewlehiya Rûsiyê û bi giştî ewlehiya cîhanî ye.

Beriya vêya Vladîmîr Pûtîn Serokomarê Rûsiyê gotibû ku ev welata dê "Modernkirina Hêzgehên atomî yên xwe yên stratejîk bidomîne û bi awayekî sîstematîk wan xurt dike, lê li dû tevlîbûn li pêşbirkeke cîhanî ya çekdariyê nîne."