Mijdar 04, 2020 10:11 Asia/Tehran
  • Di destê sivîlan de zêdeyî 850 milyon çek hene

Li gorî projeya lêkolînê ya bi navê "Small Arms Survey", ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Bilind a Navneteweyî û Pêşveçûnê ve hate meşandin, li gelemperiya cîhanê herî kêm milyarek çek tên bikaranîn. Ji sedî 85 ê van çekan di destê sivîlan de ne.

Li gorî lêkolîna saziyê, ku navenda xwe li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê ye, mirovên ne girêdayî artêş an jî polîsan, yanî mirovên sivîl xwedî 857 milyon çekî ye.

Ji sedî 13 yê çekan yanî 133 milyon çek li depoyên artêşên dewletan e. Hêzên ewlekariyê yên mîna polîsan ji ewlehiya xelkê re berpirsyar in, tenê ji sedî 2 yanî 23 milyon çekên xwe hene.

Li gorî heman lêkolînê çekên di destê sivîlan de zêde bûne. Hate ragihandin ku sala 2006'an 650 milyon çek di destê sivîlan de bûn, lê ev hejmar heta sala 2017'an bû 200 milyon çek.

Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Uppsala ya Swêdê ku bi navê Bernama Uppsala Conflict Data hate meşandin, tenê 100 şîrketên naskirî yên çekan bi sedan milyar dolarî çek firotine. Heta 2017'an ev firotin bi 398 milyar dolaran bû.

Di rapora dawî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî (SIPRI) ya li Stockholmê de, li cîhanê di asteke bilind de biçekbûn heye. Li gorî vê yekê bi taybetî ji sala 2010'an ve bi rêk û pêk firotina çekan zêde bûye û di vê yekê de bi rêjeya ji sedî 35'an Erebistana Siûdî, Hindistan, Misir, Awûstralya û Cezayîr roleke girîng dilîzin.

Li gorî rapora SIPRI di dema 2015-2019'an de di firotina çekan de Amerîka, Rûsya û Fransa di rêzên destpêkê de bûn. Piştre jî Elmanya û Çîn tên.

Her sal ji ber çekê herî kêm 500 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin. Li gorî raporên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piraniya van mirovan di şer de yan jî li herêmên şer jiyana xwe ji dest didin.

Serepeyv