Cara yekem Komîteya Leşkerî ya Lîbyayê dê danûstandinê li hundirê welêt pêk bîne
Cotmeh 31, 2020 23:39 Asia/Tehran
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gorî encamên kongreya Berlînê, dê cara yekem li Lîbyayê tora pêncemîn a danûstandinên Komîteya Leşkerî ya Hevpar a Lîbyayê pêk were.
Li gorî daxuyaniya şandeya navnetewî ya îro (şemî) weşandiye, Komîteya Leşkerî ya Hevpar a Lîbyayê (5 + 5) dê di navbera 2 û 4ê Mijdarê de û cara yekem tora pêncemîn a danûstandinan ku li hundirê Lîbyayê li bajarê Ghadames pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Nûnera Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Lîbyayê Stephanie Williams dê beşdarî danûstandinan bibe.
Beşdaran mekanîzmeya pêkanîna agirbesta daîm, avakirina komîteyên şaxê û çavdêriya pêkanîna agirbestê nîqaş kirin.