Cotmeh 25, 2020 09:49 Asia/Tehran
  • Li Kabulê dijî navenda perwerdeyê êrîşa xwekujî: 18 kes hatin kuştin

Li paytextê Efxanistanê bajarê Kabulê di êrîşa xwekujî ya ku dijî Navenda Perwerdeyê ya Kewser Daniş hat kirin de 18 kesan canê xwe ji dest dan û 57 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Efxanistanê Tariq Aryen derbarê bûyerê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got ku li herêma Deştî Barçî ya Kabulê dijî Navenda Perwerdeyê ya Kewser Daniş êrîşa xwekujî hat encamdan.

Tariq Aryen diyar kir ku di êrîşê de 18 kesan canê xwe ji dest dan ku piranî xwendekar bûn û 57 kes jî birîndar bûn.

Heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe û Rêxistina Talîbanê jî dibêje ku wan êrîş nekir.

Ji aliyê din ve berê hatibû eşkerekirin ku çalakî êrîşa bibombe ye.

Ev yek di demekê de ye ku Tariq Aryen her îro diyar kiribû ku çekdaran di hefteya dawîn de li wi welatî 56 êrîş kirin û di êrîşan de 51 sivîl hatin kuştin, 137 sivîl jî birîndar bûn.

Aryen destnîşan kiribû ku di nav vê demê de çekdaran 2 êrîşên xwekujî  û 52 êrîşên bibombe kirin.

Serepeyv