Cotmeh 23, 2020 09:14 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê: Divê Tirkiye û Azerbêcan li pêşiya agirbestê nebin asteng

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê bang li Komara Azerbêcan û dewleta Tirkiyê kir ku li hemberî hewldanên navneteweyî yên ji bo agirbestê nebin asteng.

Li gorî ajansa Ermenpress, Wezaretê Karên Derve ya Ermenistanê destnîşan kir ku Komara Azerbêcan bi hevkariya yekser a dewleta Tirkiyê û çeteyên alîgirên wê, êrişî gelê Qerebaxê dike û wiha domand: "Ew qirkirina şêniyên resen ên li Qerebaxê armanc dikin. Ji roja destpêkê ve artêşa Tirkiyê û terorîstan gelek sûcên şer pêk anîn û pîvanên navneteweyî binpê kirin, lewra pêwîstî bi parastina gelê Qerebaxê heye."

Wezareta Ermenistanê piştrast kir ku bê şert piştgiriya agirbesta ku ji 27`ê Cotmehê ve pêk hat, dikin.

Wezaretê Karên Derve ya Ermenistanê di dawiyê de bang li  Komara  Azerbêcanê û dewleta Tirkiyê kir ku dev ji siyasta tawanbarkirina aliyên din berdin. Her wiha careke din piştrast kir ku rageşiya li Qerebaxê bi rêya rêbazên aştiyane di çarçoveya hewldanên Koma Minsk de çareser bibe.

Serepeyv