Cotmeh 21, 2020 21:39 Asia/Tehran
  • New York Times: Trump li bankayeke Çînê hesab vekiriye

Rojnameya New York Times ya Amerîkayê ragihand ku Serokomarê vî welatî Donald Trump hebûna hesabê xwe yê li bankayeke Çînî qebûl kiriye.

New York Timesê da zanîn ku Trump di sala 2013 û 2015an de ji hesabê Trump International Hotels Management bac daye Çînê.

Berdevkekî Trump got ku ew hesab bo ‘’kişfkirina potansîyela karên otelan yên li Asya’’ hatiye vekirin.

Trump, ku naxwaze kompanîyên Amerîkî bi Çînê re hevkarîyê bikin, dijî wî welatî dest bi şerekî bazirganîyê kiribû.

New York Times, hebûna wê hesabê li Çînê, di ser qeydên bacê yên Trump re ragihand.Wê rojnameyê di nûçeyên xwe yên berê de jî dîyar kiribû ku Trump di sala 2016 û 2017an de li Amerîka bi tenê 750 dolar bac daye.

Li gor rojnameya New York Timesê, Trump bi hesabê li Çînê 188 hezar û 561 dolar bac daye.Trump di rojên borî de kurê namzedê Partîya Demokrat Joe Biden, Hunter Biden jiber peywendîyên bazirganî yên bi Çînê re rexne kiribû.

Serepeyv