Azerbeycan û Ermenistanê ji bo agirbesta mirovî li hev kirin
Azerbeycan û Ermenistanê di agirbesta berwext a bi armanca mirovî ya ku dê ji 18ê cotmehê bi pê ve derbasdar bûye li hev kirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derva ya Azerbeycanê de hat ragihandin ku biryara agirbesta berwext li gor danezana 1ê Cotmehê ya serokdewletên welatên hevserokên Koma Mînskê ya AGÎTê û danezanên 5ê cotmehê yên hevserokên Koma Mînskê ya AGÎTê û danezana Moskovayê ya 10ê cotmehê hat qebûlkirin.
Ermenistan û Azerbeycan di hevdîtinên ku li Moskowayê hatin kirin de biryar dabûn ku ji 10ê cotmehê saet 12.00ê pê ve agirbesta mirovî ya ku guhertina cenaze û dîlên li herêma Nagorno-Qerebaxê were cîbicîkirin.
Ermenistan û Komara Azerbaycan hev bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin.
Êrîvan dibêje ku topxaneyên Komara Azerbaycanê agirbesta ku duh hatibû ragihandin binpê kirine û top û mûşek avêtine çend navçeyên Qerebaxê.
Berdevkê Wezreta Berevaniyê ya Ermenistanê Şûşan Stîbaniyan da xuyakirin ku topxaneyên Azerbaycanê ji saet 12:04 heta 2:45 herêma Nagorno-Qerebaxê topbaran kirine, heta niha Komara Azerbaycanlê ti tiştek li ser vê yekê negotiye.
Berpirsên Komara Azerbaycanê dibêjin ku Ermenistanê bi mûşekan careke din êrîşî Genceyê kirin û 13 sivîl hatine kuştin.