Cotmeh 18, 2020 16:10 Asia/Tehran
  • Ermenîstan û Azerbaycanê hevdu bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin

Ermenîstanê komara Azerbaycanê bi binpêkirina agirbesta duyem a navbera herdu aliyan li Qerebaxê tohmetbar dike û dibêje, tenê du yan çend deqe piştî aktîfbûna agirbestê êrîş biriye ser navçeyên Nagorno-Qerebaxê. Komara Azerbaycan jî dibêje artêşa Ermenistanê li deverên cuda yên bi topan êriş dike.

Roja Şemiyê bi navbeynkariya Rûsya û Fransayê, biryara agirbesta mirovî di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de hat dayîn, ev jî agirbesta duyem a navbera wan herdu welatan e, piştî ku agirbesta hefteya borî ya bi hewla Rûsyayê biser neket, herdu aliyan dest bi êrîşên ser hev kirin û hevdû bi êrîşkirina ser xelkê sivîl tohmetbar kirin.

Ew agirbest ji serê sibeha roja Yekşemê ve çûye warê cîbicîhkirinê, lê Wezareta Berevaniyê ya Ermenîstanê dibêje, yekser piştî dema aktîfbûna agirbestê, Azerbaycanê careke din êrîşî navçeyên Qerebaxê kiriye.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Azerbeycanê ragihand ku, artêşa Ermenistanê li deverên cuda bi top rageşiyê derdixe.

Li gor daxuyaniyê artêşa Ermenistanê li aliyê Agdere, Fuzulî, Hadrut û Cebraîlê hewla êrîşê kir û artêşa Azerbeycanê pêşî li van êrîşan girt.

Ragihandina agirbestê di demekê de ye ku Azerbaycan Ermenîstanê bi tawanê şer tohmetbar dike û dibêje di êrîşên hefteya derbasbûyî yên Ermenîstanê de bo ser bajarê Gence 13 kesên sivîl hatine kuştin û Yekîtiya Ewropayê jî ew êrîşa ser bajarê Gence şermezar kiriye.

Serepeyv