Azerbaycan: Dê agirbest piştî pevguhartina cenazeyan bi dawî bibe
Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Cîhûn Bayramov duh ragihand ku dê agirbest piştî pevguherîna cenazeyên her du aliyan bi dawî bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Cîhûn Bayramov duh got, agirbesta debarê şerê li herêma Qerebaxê de dê tenê dema ku Xaça Sor pevguhartina cenazeyan bi dawî bike, bidome.
Azebaycan û Ermenistanê di dan û standinên li Moskovê de li ser agirbestê li hev kir.
Di civîneke çapemeniyê ya li Bakûyê de, wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê got rewşa niha li gorî welatê wî ye, her wiha texmîn kir ku Azerbaycan bi demê re gelek herêman kontrol bike.
Azerbaycan û Ermenistanê bi lez der barê binpêkirina şertên agirbestê de hevdu tewanbar kirin.
Helwesta Azerbaycanê ya duh piştî daxuyaniyên wezîrê Parastinê yê Tirkiyê ya şeva berê yê gotibû şer nasekinînin pêk hat.
Tirkiyê ragihandibû ku agirbest çareserî nîne û wer dixebite ev welat dixebite agirbestê têk bibe.