Cotmeh 10, 2020 08:52 Asia/Tehran
  • Trump dîsa bi devekî çepel gef li Îranê xwar

Serokomarê Amerîkayê roja Îniyê di gotûbêjeke radyoyî bi bikaranîna peyvine qirêj careke din gef li Îranê xwar.

Li gorî rapora IRNAyê, Donald Trump di gotûbêja bi bernameya radyoyî ya Raş Lîmbu (Rush Limbaugh) gotinên xwe yên kirêt dijî Îranê dubaare kirin û îdia kir ku dewleta wî derbarê her cûre kiryara dijî Amerîkayê, Komara Îslamî ya Îranê hişyar kiriye.

Bikaranîna peyvên bêşermane û beredayî di vê hevpeyivînê da, kûrahiyê hêrsê û nekêrhatîbûna siyaseta zexta herîpirr a wî dijî gelê Îranê nîşan dide.

Medya û çalakên siyasî yên Amerîkayê piştî weşandina vê hevpeyivînê, Trump wek kesekî "devçepel" dan zanîn.

Serepeyv