Komara Azerbêcan û Ermenistanê wê biçin Rûsyayê
Cotmeh 09, 2020 15:28 Asia/Tehran
Wezareta Derve ya Rûsyayê, îro ragihand ku Ermenistan û Komara Azerbêcan tevlêbûna xwe ji bo danûstandinên li Moskovayê ragihandin.
Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, bang li wezîrên derve yên Ermenistan û Komara Azerbêcanê kiribû da ku li Moskovayê li hev bicivin û aloziya Qerebaxê nîqaş bikin.
Kremlin di daxuyaniya xwe de got: “Piştî pêkhatina rêzetelefonan bi serokkomarê Azerbêcanê Ilham Aliyev û serokwezîrên komara Ermenistanê Nikole Pashinyan re, serokê Rûsyayê banga rawestandina êrişan li herêma bi nakok (Qerebax) ji ber sedemên mirovahiyê ji bo pevguherandina kuştiyan û dîlgirtiyan kir.”
Piştî şerên di navbera Bako û Yêrîvanê de, dewleta Tirkiyê piştgiriya Azerbêcanê kir û alozî gurtir kir.