26 leşkerên Ermenistanê hatin kuştin
Şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de dewam dike û hejmara kuştiyên her du aliyan zêde dibe. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro daxuyand ku 26 leşkerên wan hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro daxuyand ku 26 leşkerên wan hatine kuştin.
Bi vê yekê ji destpêka şerê bi hêzên Azerbêcanê anku 27`ê Îlona borî heta niha, 376 leşkerên Ermenistanê hatine kuştin. Ev şerê herî dijwar e ku ji salên 1990`yî ve dide ku wê demê nêzî 30 hezar kes di şer de hatibûn kuştin.
Her wiha Koşka Kremlînê ya Rûsyayê da zanîn ku wezîrên karên derve yên Komara Azerbêcan û Ermenistanê ji bo beşdarbûna danûstandinan hatine vexwendin.
Koşka Kremlînê wiha diyar kir: “Piştî peywendiyên bi telefonê yên serokkomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Komara Ermenistanê Nîkole Paşinyan, serokê Rûsyayê banga rawestandina operasyonên leşkerî li Qerebaxê dike.”