Di şerê li dijî Azerbaycanê de 350 leşkerên Qerebaxê hatine kuştin
Wezareta Parastinê ya Qerebaxê ragihand ku ji destpêka şerê li hemberî Azrebaycanê ve, 350 leşkerên artêşa wê hatin kuştin.
Wezareta Parastinê ya Qerebaxê îro (Pencşemê) ragihand ku 30 leşkerên wê hatin kuştin û diyar kir ku hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka şerê li dijî Komara Azrebaycanê ve ku di 27 ́ê Îlonê de destpêkirî gihîştiye 350 kuştiyan.
Di 27 ́ê Îlonê de şerê navbera Komara Azrebaycanê û Ermenistanê de giran bû. Dewleta Tirkiyê bi sedan ҫete xistin şer da ku li kêleka artêşa Azrebaycanê şer bikin. Di dîmenên ku sibeha pêncşemê bi rêya setelaytê yên balafirgeha navneteweyî ya Ganja hatin kişandin, diyar dibe ku balafirên dewleta Tirkiyê li wê derê hene vê yekê gumanên beşdariya balafirên dewleta Tirkiyê di şerê li dijê ermeniyan li Qerebaxê zêde kir.