Cotmeh 08, 2020 18:38 Asia/Tehran
  • Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan helbestvan Glück'a amerîkî

Komîteya Nobelê biryara xwe da: Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan helbestvan û nivîskar Louise Elisabeth Glück.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Helbestvan û nivîskar Louise Gluck bi navê dirêj "Louise Elisabeth Glück" di sala 1943'yan de li New Yorka Amerîkayê hatiye dinê. Li Zanîngeha Kolombiya Dibistana Hunerê xwendiye û 1968'an de temam kiriye. Wê heta li Amerîkayê di Warê Helbestê de Xelata Neteweyî (2014), "DYA Xelata Helbestê" (2001, 2003), "Xelata Pulitzer a Helbestê" (1993, bi pirtûka "The Wild Iris"), "Xelata PEN/Winship for Poetry" (2006) jî di nav de gelek xelat girtibûn û niha gihîşt xelata herî mezin.

Xebatên wê yên bi salan bala Komîteya Amadekar jî kişandiye û komîteyê niha mafê wê da wê.

Komîteyê helbestvan Louise Gluck bi sedema "bi dengê xwe yê bêqisûr ê helbestî ku hebûna takekesî kiriye gerdûnî" ew hêjayî xelatê dît.

Gluck dê 10 mîlyon Kronê Swêdê pere wekî xelat bigire.

Li Tirkiyê, Weşanên "Yapi Kredî" bi navê "Seçme Şiirler" (Werger Guven Turan, 1994) pirtûkek ji helbestên wê yên dane hev bi tirkî çapkiribû.

 

Berhemên wê yên bi îngilîzî

- Firstborn. – New York : New American Library, 1968

- The House on Marshland. – New York : Ecco Press, 1975

- The Garden. – New York : Antaeus Editions, 1976

- Descending Figure. – New York : Ecco Press, 1980

- The Triumph of Achilles. – New York : Ecco Press, 1985

- Ararat. – New York : Ecco Press, 1990

- The Wild Iris. – Hopewell, N.J. : Ecco Press, 1992

- Proofs and Theories : Essays on Poetry. – Hopewell, N.J. : Ecco Press, 1994

- The First Four Books of Poems. – Hopewell, N.J. : Ecco Press, 1995

- Meadowlands. – Hopewell, N.J. : Ecco Press, 1996

- Vita Nova. – Hopewell, N.J. : Ecco Press, 1999

- The Seven Ages. – New York : Ecco Press, 2001

- October. – Louisville, Ky : Sarabande Books, 2004

- Averno. – New York : Farrar, Straus and Giroux, 2006

- A Village Life. – New York : Farrar, Straus and Giroux, 2009

- Poems 1962–2012. – New York : Farrar, Straus and Giroux, 2012

- Faithful and Virtuous Night. – New York : Farrar, Straus and Giroux, 2014

- American Originality : Essays on Poetry. – New York : Farrar, Straus and Giroux, 2017

Serepeyv